Li Rojavayê Kurdistanê 19 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê, di 24 saetên borî de 19 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, kesekê jî ji ber wê can da.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa, îro Şemiyê di 29ê Tebaxa 2020an de, amarên nû yên têkildarî Koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 saetên derbasbûyî de, 19 haletên nû yê vîrusa Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin,.
Li gor daxuyaniyê, ji wan 19 haletên nû, 6 kes li Hesekê, 6 li Qamişlo, kesek li Dirbespiyê, 4 kes li Dêrikê û kesek jî li Til Koçerê bi Korona ketine.
Herwiha Ciwan Mistefa destnîşan kir, herî dawî kesekî din li Rojavayê Kurdistanê ji ber vîrusa Koronayê can daye, ku bi gotina wan jinekê 52 salî ye û ji Amûdê ye.
Di 24 saetên dawî de, tenê kesekî ku bi Koronayê ketibû, baş bûye.
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 527 kes bi Koronayê ketine, ku 34 kesan jî can dane.