Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketî û mirinên ji ber vîrusa Koronayê her diçe zêdetir dibe. Herî dawî 153 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, 8 kesan jî ji ber wê can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 8 kesan ji ber Koronayê can dan û hewiha 153 kes jî bi Koronayê ketin. 5 kes li Hesekê, 1 kesek li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê û 1 kes li kampa Holê ne.
Haletên pêketinê jî wiha ne: 28 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 27 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlanê, 6 kes li Amûdê, 1 kes li kampa Holê, 20 kes li Kobaniyê, 15 kes li Tebqayê, 14 kes li Reqayê, 11 kes Minbicê û 4 kes li Dêrazorê.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de 11 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3251 kesan, ji wan 646 kes baş bûne û 103 kesan jî can dane.