TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyeke nû tê avakirin'

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2020 23:09

PeyamaKurd - Endamê Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) Telal Mihemed ragihand ku dê bi beşdariya Kurdan û pêkhateyên deverê, rêveberiyeke xweser ya nû were avakirin.

Serok Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed ku partiya wî di nava Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) de ye li ser nêzîkahiya di navbera PYNK û ENKSê de ji K24ê re gotiye, ev yekrêzî li ser destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û bi piştevaniya Amerîka gihîştiye encamê.

Mihemed got, yekrêziya Kurdî beşeke girêdayî ye bi pirsgirêka Sûriyê ya giştî. Hêzên navdewletî di serî de Amerîka û Rûsya hevtêgihîştinek di navbera wan de çê bûye, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, li ser bingeha biryara navdewletî 2254.

Telal Mihemd da zanî: “Destpêkê Amerîka dest bi danheva navmala Kurdî kir, ji bo Kurd bi yekdengî beşdar be di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de. Amerîka di gava din jî dê hemû pêkhateyên li bakurê rojhilatê Sûriyê wek Ereb, Aşûrî û Siryanî bîne cem hev û dê rêveberiyeke xweser ya nû were avakirin, ji bo nûnerên wê rêveberiyê beşdariyê di civîn û konfernasên li ser asta çareserikirina krîza Sûriyê dibin de bikin.”

Di derbarê danûstandinên di qonaxa duyem di navbera şandên ENKS û PYNKê de Telal Mihemed wiha axivî:

“Danûstandinan dê li ser bingeha rêkeftina Duhokê ya sala 2014an a bi serperiştiya birêz Serok Mesûd Barzanî be û danûstandin dê di pirsên rêvebirin, parastin û ewlehiyê de bin û dibe ku lêvegereke siyasî bê avakirin.”

Telal Mihemed li ser helwesta Tirkiyê jî got: “Dema navmala Kurdî pêk were û aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyê yekrêz bin û di qonaxa din jî opozîsyona Sûriyê jî were danhev, dê hêzên navdewletî berê xwe bidin çareserkirina krîza Sûriyê, çareserkirina krîza Sûriyê jî ne di berjewendiyaTirkiyê de ye û dê hebûna Tirkiyê di Sûriyê de nemîne û ev jî li cem Tirkiyê dibe cihê metirsiyê.”

Parve bike: