TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê di teqîna gazê de 6 kes bûn qurbanî

Admin H
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2025 21:42

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundekî sînorê bajarokê Nexede yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama teqîna gazê de şewat çêbûye.

Hate ragihandina ku di encama şewat û teqîna gazê de, du kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê Hawarhatina Bajarokê Nexedeyê Emîr Axa Elî Nejad ji ajansa IRNA ya Îranê re ragihand, “Ji ber dêrandina gazê di nav xaniyekî de li gundê Masuweyê, îro Pêncşemê teqînek çêbû û mêrek û jinek mirin, ku her du endamên malbatekê ne.”

Elî Nejad daye xuyakirin, çar kesên din ên wê malbatê jî bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Nexedeyê hatine veguhestin.

Parve bike: