TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê erdhejekê rû da

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2023 20:50

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê îro 25ê Îlonê danê êvarê erdhejeke bi tundiya 3.7 pile rû da.

Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihand ku li Sincik a Semsûrê îro îro li demjimêr 16:05 erdhejeke bi hêza 3.7 çêbûye. Kûrahiya erdhejê ya binê erdê jî wekî 10.95 km hate ragihandin.

Li aliyê din Çavdêrxaniya Kandillî ya Bogaziçi jî pileya erdhejê wekî 3.8 eşkere kir.

Derbarê ziyana erdhejê de ti hûrgilî nehatine belavkirin.

Parve bike: