TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li seranserê Ewropayê Kurd û dostên wan êrîsa Rojava protesto kirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2019 00:47

PeyamaKurd – Li seranserê welatên Ewropê ku Kurd lê dimînin, li dijî êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê derketin qadan û êrîşa ji 9ê Cotmehê ve berdewam dike protesto kirin.

Bi hezaran kesên li Swîsre, Almanya, Swêd, Îtalya, Avûstûrya û Fransayê daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Li Ewropayê kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên girseyî êrîşên ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Li paytexta Almanya Berlînê mîtingek hat lidarxistin û Komên ciwanên enternasyonalîst û antî-faşîst ên Almanya pêşengtî ji çalakiyê re kirin û bi deh hezaran kes tevlî meş û mîtîngê bûn.

Mîtîngek li Hermannplatzê çêbû û partiyên çepên Alman û Tirkiyê jî beşdarî kirin û êrîş hatin şermezarkirin.

Li bajarê Freîburga Almanyayê 5 hezar kesî bi armanca protestokirina dagirkeriya ser Rojava bi ruhê serhildanê daketin qadan. Bi hezaran kes ên ku li meydana Alte Synagoge hatin ba hev, bi hilgirtina pankarta “Ji Rojava derkeve Tirkiye” heta navenda bazarê meşiyan. Di meşê de Jin û zarokan pêşbendên spî ku rengê xwînê li ser bû liber kiribûn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Bremen a Almanyayê jî êrîş hate şermezarkirin. Bi hezaran kurdistanî li gel Nûnerê Ermenî Heiko, ser navê Platforma Varîlan a Bremen Barbara Heller, ser navê Cemxaneya Bremen Songul Arslan, nûnerê Freday Dur Futture (saziya têkoşîna dijî germahiya cîhanî) û parlementerên Die Linke ya Bremen’ê li ber Parlemena Bremenê çalakî lidar xistin. Di axavtinên hatin pêşkêş kirin de bal kêşane ser pêwîstiya lezgîn a pêkanîna yekîtiya netewî.

Êrîşên Tirkiyê li ser Rojava bi xwepêşandaneke girseyî ku li bajarê Hamburga Almanya çêbû jî hate şermezarkirin. Bi deh hezaran kes tevlî meşa ku li ber stasyona Sternchanze bûn. Di meşa ku kurdistanî, almanî û gelek kes ji netewe û rengên cuda tevlê bûn de Parlementerê Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr û nûnerê Civaka Elevî Mahmut Erdem axivîn û êrîş şermezar kirin.

Li bajarên Saarbrucken, Freîburg, Kîel, Augsburg ya Almanyayê jî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Çalakvanên ku li stasyona trenê ya bajarê Bellînzona ya Kantona Tessîn a Swîsreyê hatin ba hev jî meşek li dar xistin û êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku divê dewleta Swîsre û Meclisa Kantona Tessînê li dijî êrîşên Tirkiyê bibin xwedî helwest.

Bi hezaran kesên li Qada Pîazza Çastelloyê ya bajarê Torîno yê Îtalyayê kom bûn jî dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Komên mîna Askatasûna, Cabrîo, Arcî, Groppo, Abele, Ggîel, Notav û Fanans Fanos û Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê û li qada Pîazza Vîttorîa yê jî mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meş û mîtîngekê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Di mîtîngê de Parlementerê Keskan Mîchel Reîmon, Wekîlê Parlementoya Ewropayê Andreas Schîeder, Nûnara Komeleya Jinan a Lîsa Evûstûrya Mary Kreûtzer, Nûnera Asyl in Not Mîchael Genner, Nûnera Goran a Evûstûrya Bana Saîd û nûnerê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Evûstûrya (ATÎK) di çalakiyê de axivîn û êrîş şermezar kirin.

Herwiha li bajarê Graz ê Awûstûrya jî dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Hevserokê Civaka Azad a Ewûstûrya Halîs Sever axivî û got ku şoreşa Rojava şoreşa gelan e, li dijî vê êrîş tên kirin.

Li bajarê Nantes ê Fransayê jî kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û bi meşekê heta ber Sefaretxaneya êrîş protesto kirin.

Dîsa li bajarê Goteborgê li ser bangewaziyê kurdistanî, rêxistin û partiyên swêdî xelk daketin qadan. Kurdistanî û dostên wan ên swêdî yên li qada bajarê Vaxjoyê hatin ba hev jî êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Parve bike: