Kurdistan
Li Sêweregê otobus qeza kir 13 birîndar
PeyamaKurd – Li navça Sêwerek a bajarê Rihayê 2 otobusên rêwiyan li hev ketin û di encamê de 13 kes birîndar bûn. Otobusa ku Fethi P. dajot di km ya 10an ya rêya Sêwerekê û Rihayê de, bi otobusa ku Uğurcan E. dajot re li hev ketin.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê. Rewşa birîndaran baş e.