Li Sûriyê di maweyê 9 salên ser de 585 hezar kes hatine kustin
PeyamaKurd - Li Sûriyê di maweyê 9 salên şer de 585 hezar kes hatine kuştin û hevdem 2 milyon kes ji ber şer birîndar û kêmendam bûne, herwiha 12 milyon Sûrî koçber û penaber bûne.
Ji nîvê Adara 2011an ve, Sûriyê di nav milmilaneyek bêserûber de dijî. Li gor zaniyariyan encamên 9 salên şer li Sûriyê ev in:
“585 hezar Kes hatine kuştin, ji wan 115 hezar sivîl in, 22 hezar zarok in û13 hezar jin in. Hevdem 2 milyon kes ji ber şer birîndar û kêmendam bûne, herwiha 12 milyon Sûrî li nav xwe û derve bûne koçber û penaber. Di encama şer de 128 Hezar leşkerên hikûmetê û ligel wan jî 1682 çekdarên Hizbullaha Lubnanî di şerê dijî gerûpên opozisyonê hatine kuştin. 69 Hezar çekdarên opozisyonê dijî hêzên hikûmetê û şervanên HSDê dijî DAIŞê hatine kuştin. Beramberî vê yekê,67 Hezar çekdarên DAIŞ,Tehrîr El Şam û grûpên radîkal di şerê dijî hêzên hikûmetê û HSDê de hatine kuştin. Li gor zaniyariyan 88 Hezar welatiyên Sûrî di zindanên hikûmetê de li jêr êşkencedanê hatine kuştin.”
Herwiha 105 Hezar kes bi destê hemû aliyên şerker di van her neh salan de hatine kuştin. Ji bilî kesên kuştî , li Sûriyê 88 hezar kes wendayî ne. 4 hezar û 100 leşkerên hikûmetê û 1800 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin. 3 hezar û 200 kes ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.
Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî rawestana şer û çareseriyê proseya jinûavakirina Sûriyê 400 milyar dolar jê re divê.
Ligel nêzîkbûna şer û milmilaneyê li Sûriyê ber bi sala nehan ve diçe, niha hêzên hikûmetê bi piştîvaniya Rûsya ji sedî 70î axa welat kontrol dikin, hevdem operasyona xwe ya leşkerî bo vegerandina Idlibê didomîne.