TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê bi hêza 5,4an erdhej çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2020 17:26

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê navçeya Qelqeliyê (Ozalp) erdhejeke bi dijwariya hêza 5,4an rû da.

Hat ragihandin ku îro li demjimêr 13:03 bi li navçeya Qelqelî ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya rixter a 5,4an rû da ku bandora xwe li bajar û bajarokên cîran jî kir.

Li gorî Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê AFADê navenda erdhejê navçeya Qelqeliyê ye û ji kûrahiya 6,96 kîlometran a erdzemînê pêk hatiye.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez, ragihandiye ku heta niha ti agahdariyeke ziyana erdhejê ji bo wan nehatiye û û lêkolînên wan li ser tespîtkirina xisaran berdewam dikin.

Parve bike: