Kurdistan
Li Wanê wesayîta leskeran qeza kir: 6 lesker birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Şaxê ya Wanê li bakurê Kurdistanê, wesayîteke leşkerên artêşa Tirkiyê qulibî û 6 leşker birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan wesayîta ku tê de leşker hebûn li navçeya Şaxê ya Wanê li nêzî Sulava Kanîspî ya li ser rêya Şaxê û Wanê qeza kir.
Di qezaya ku wesayîta leşkerî qulibî de, 6 leşker birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.
Derbarê rewşa birîndaran de ti agahiyek nehat belavkirin.