Kurdistan
Macron li Nînowayê serdana Dêra Saet a DAISê hilwesandibû kir
PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku îro berbangê gihîşt Hewlêrê, derbasî Nînowayê bû û serdana Dêra Saet ya ji aliyê DAIŞê ve hatibû rûxandin kir.
Hat ragihandin ku nûnerên pêkhateyên civaka mesîhî di dema serdana Emmanuel Macron de pêşwazi lê kirin ku Macron dixwaze wêrankariya DAIŞê û rewşa Mûsilê ji nêzîk ve bibîne.
Çav li rê ye, Macron piştî serdana Dêra Saet, serdana mizgefta Nûrî jî bike ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû teqandin.