Kurdistan
Macron pistî serdana Mûsilê vegeriya Hewlêrê
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî ku serdana bajarê Mûsilê û Mizgefta Nûrî û dêra qedîm a bajêrê Mûsilê Dêra Saet kir vegeriya Hewlêrê.
Tê çaverêkirin Macron bi Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî Lutkeya Bexdayê ya 28ê Tebaxê, îro Yekşemê berbangê ji ser Bexdayê gihîştibû paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bi merasîmekê hatibû pêşwazîkirin.