TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî 239 emin avakirina bajarê Silêmanî pîroz kir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 14 mijdar 2023 19:34

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê de dibêje, “Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta bajarê helmet û qurbaniyan bikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Bîranîna 239 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê li hemî xelkê Kurdistanê pîroz be”.

Silêmanî ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve, di 14ê Mijdara 1784an de wek bajêr hatiye damezrandin, dema ku paytexta mîrgeha xwe ji Erdelanê veguhastiye Silêmaniyê.

Silêmanî her ji kevin de wekî navendeke giring a rewşenbîrî û edebî hatiye nasîn û li 30ê Cotmeha 2019ê ji aliyê UNESCOyê ve navê Bajarê Dahêner ê Edebî pê hatiye dan. Li roja 3ê Berçileya 2012ê, Perlemana Kurdistanê bi piraniya dengan qanûna paytextkirina Silêmaniyê wekî bajarê rewşenbîrî pejirand û niha wekî paytextê rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê tê nasîn.

Parve bike: