TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, pistevana doza Kurd bû

Admin L
Nivîskar
📅 24 adar 2022 14:36

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek di derbarê koça dawî ya Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê ya berê Madeleine Albright belav kir û got: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, piştevana doza Kurd bû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi peyameke li ser Twitterê da zanîn: “Dilgiran û xemgîn im ji ber koça dawî ya Madeleine Albright.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Madeleine Albright alîkar bû ji bo dawîanîna şerê navxwe yê Kurdî û yekalîkirina nakokiyên me û dawîanîna serdema tal, bandoreke mezin li ser xelkê kir.”

Herwiha diyar kir: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, piştevana doza Kurd bû. Ez hevbeşê xemgîniya malbata wê me.”

Parve bike: