TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonê pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2022 19:16

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir û ji bo serkeftina kongreyê û ji nû ve hilbijartina wî pîrozbahî lê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di pêwendiya telefonê de hêviya serkeftinê ji Mihemed Hacî Mehmûd û partiya wî re xwest û got, hêvî dikin bibe sedem ku hemû alî bikarin zêdetir xizmeta gel û welat bikin.

Serokê Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Heftemîn Kongreya Partiya Sosyal Demokratîk a Kurdistanê kongreya li bajarê Hewlêrê birêve çû û Mihemed Hacî Mehmûd ji nû ve wek hat hilbijartin.

Parve bike: