TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya: Amerîka amade ye...

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 17:25

PeyamaKurd - Serokwezîrê bo hikûmeta nehem a herêma Kurdistanê erkdarkirî Mesrûr Barzanî, îro duşemê pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Îran û Iraqê Andro Pîk kir. Pîk di hevdîtinê de destnîşan kir, 'Amerîka amade ye hevkariya Kurdistanê bike û pêwendiyên ligel Hewlêrê bihêztir bike.'

Di hevdîtinê de ku Balyozê Amerîka li Iraqê û Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê û nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî beşdarî kirin de, behsa rewşa Rojhilata Navîn û pêwendî û hevkariyên navbera Amerîka û Kurdistanê hat kirin.

Mesrûr Barzanî behsa xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir û godt, hikûmet dê di dema xwe de pêk were.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê amade ye pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya destûra Iraqê bên çareserkirin.

Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka jî daxwaz serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re kir û ragihand, "Amerîka amade ye hevkariya Kurdistanê bike û pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bihêztir bike."

Parve bike: