TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî çû sîna her du mamosteyên Zanîngeha Selahadîn

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2022 21:35

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê beşdarî şîna Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan bû ku doh her du mamosteyên Zanîngeha Selahadîn ji aliyê xwendekarekî ve hatibûn qetilkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li bajarê Hewlêrê beşdarî şîna Dekanê Fakulteya Yasa Dr. Kawan Îsmaîl û Mamostezê Fakulteya Endezyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Hemexan bû, ku duh di kiryareke tawankarî de jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di şînê de amadehî kir û sersaxî û xemgîniya xwe gihande malbat û kesûkarên wan her du mamosteyan û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanên wan bi bihiştê şad bike û aramyê bide her kesî.

Parve bike: