Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Divê Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr be
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Pêdivî ye Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve” û diyar kir, “Em amade ne rolê xwe li Herêma Kurdistanê bilîzin.”
Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de got, “Pêdivî ye Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve.
Divê berjewendiyên welatî û dabînkirina pêdivîtiyên xelkê wê, xema serekî û bingeha serederîkirina bi neseqamgiriyên deverê re bin.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, “Em amade ne di vî warî de rolê xwe li Herêma Kurdistanê pêk bînin.”