Mesrûr Barzanî: Em bi pistgiriya xelkê Kurdistanê bi pêsve diçin
PeyamaKurd- Şêwirmendê asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina sala nû peyamekî belav kir û di peyama xwe de behsa pêvajoya çend salên borî kir ku çawa xelkê Kurd bi sedema krîzên aborî û siyasî rojên nexweş borandiye. Lê tevî wan zor û zahmetiyan rojên pêş bo Kurdan wê rojên xweş bin û bo bexteweriya Kurdan gavên xweş bi pêş de bavêjin.
Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê, dinyayê û bi taybetî ji malbatên şehîdan yên peşmerge kir û bextewerî bo pêşmergeyên Kurdistanê xwest. Di heman peyamê de Barzanî xwest ku herkes rêzê li encama hilbijartina bigre û hukumeta Kurdistanê di demeke kurt de bê avakirin. Hêviya çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor qanûna esasî kir da arîşe bên helkirin ku jiyaneka xweştir û aram bo xelkê Kurdistanê çêbibe. Di encama peyama xwe de Mesrûr Barzanî weha got:
“Bi hêviya salekî tijî ji berhem, destkeft, asûdeyî û bextewerî bo tevahiya aliyan.”