Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên 17 sal e nehatine çareserkirin hatin Bexdayê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê diyar kir, wan ji bo pirsgirêkên asêmayî yên Hewlêr û Bexdayê nexşerêyek Destûrî amade kirine.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve Fuad Husên û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser armanca serdana xwe ji bo Bexdayê twîtek belav kir û da zanîn, ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku 17 sal e nehatine çareserkirin, çûne Bexdayê.
Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir, wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê, nexşerêyek Destûrî amade kirine û ew çareserî û nexşerê dê xizmeta seranserî welêt bike, Herêma Kurdistanê jî.