TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Erka min xizmeta hemû xelkê Kurdistanê ye...

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2019 23:04

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî panela Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI 2019) bû û bersiva pirsên Dilawer Qeredaxî da.

Serokê Hihûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Min erkê pêkanîna hikûmetê, wek erkekî wergirtiye, ne destkeftek e, ji bo xizmeta hemû xelkê Herêma Kurdistanê bikin e. Pêkanîna hikûmetê demekê dirêj kir, lê li dawiyê pêk hat û demeke jî kar dikin. Hevahengiyeke baş di navbera stafa kabîneyê û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî de heye.”

Barzanî da zanîn, “Di hikûmetê de ajendeyeke hevbeş heye û bi hev re kar bo bicihkirina wê dikin û me ragihandiye, heger ji hev nêzîk bin, dikarin baştir wê ajendeyê bicih bikin.”

Mesrûr Barzanî li ser curbecurkirina dahata herêma Kurdistanê jî diyar kir ku ew naxwazin tenê girêdayî dahata petrol bin û got, ew hewil didin sermayedarên biyanî û Kurd dahatên herêma Kurdistanê zêde bikin.

Li dijî gendeliyê jî da xuyakirin ku erka wan a sereke parastina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê ye û got, “Wekî hikûmet ew yasayan li ser her tiştî dibînin û dixwazin kêşeyên ligel Bexdayê jî di çarçoveya destûra Iraqê de bên çareserkirin.”

Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanên Iraqê destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin daxwazên gel, lê jêdera pirsgirêkan ne Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ye ku sedema aloziyê hikûmetên berê ne.

Barzanî nîgeraniya xwe ya ji bo pêşhatên dawî yên Iraqê anî ziman û diyar kir, heger herêma Kurdistanê bi ewle be, Bexda jî bi ewle dibe û got, “Deverên valahiya ewlehiyê li wan heye pir fireh in. Di vê mijarê de em dixwazin Pêşmerg vegere xeta temasê ya beriya sala 2014an.”

Parve bike: