TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî li Hewlêrê Pêsangeha Hitex 2023 vedike

Admin L
Nivîskar
📅 06 hezîran 2023 14:32

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê Pêşangeha Hitex 2023 vedike.

Li gor zanyariyan, Hitex çalakiyeke teknolojiyê ye ku nûbûnên teknolojîk ên herî dawî nîşan dide. Pêşangeha Hitex, çaremîn car e li Hewlêrê tê lidarxistin. Ev çalakî dê çar rojan be û wê heta 9ê Hezîranê berdewam be.

Hat ragihandin, di Pêşangeha Hitex 2023 de, 121 kompanya ji 20 welatên cuda beşdar dibin û ji çar beşên sereke pêk tên: Pêşangeh, Konferans, Stêrkên Pêşerojê û Goşeyên Bibandor.

Herwiha di Hitex 2023 de, wê heft panel bên lidarxistin, panelîstên ji 13 welatan jî tê de beşdar dibin.

 
Parve bike: