TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî li ser wefata Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed peyameke serxwesîyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2021 22:46

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawî ya nivîskar û dîroknasê navdar ê Kurd Dr. Kemal Mezher bihîst, ku bi rêya berhemên xwe, xizmeteke mezin di warê dîroka Kurdistanê û pirtûkxaneya Kurdî de kiriye.

Ez sersaxî didim malbata cenabê wî û ronakbîrên Kurdistanê û xwe hevparê xemê wan dibînim.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û sebrê jî bide me hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Dîroknasê Kurd Prof. Dr. Mezher Ehmed li Almanyayê koça dawî kir

Parve bike: