TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Me çîroka berxwedana Kurdistanê li Davosê vegot

Admin L
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2024 14:20

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan li Davosê çîroka berxwedana Kurdistanê vegotin û got, me şîrketên herêmî bi cîhanê da naskirin û têkiliyên xwe zêdetir xurt kirin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê fermî yê Xê de wiha got: “Me îsal di #wef24 de çîroka berxwedana Kurdistanê vegot. Me şirketên herêmî bi cîhanê da naskirin û têkiliyên xwe hîn xurtir kirin. Em ê sala bê bi hêztir vegerin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi êrîşên li ser Hewlêrê jî kir û got, "Me daxuyaniyên derew eşkere kirin ku armanca wan sivîlên bêguneh e."

Mesrûr Barzanî roja 15ê Çile ji bo beşdarbûna 54emîn Korbenda Aboriya Cîhanî (WEF) çûbû Davosê.

Parve bike: