TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Alî Zeydî kir û daxwaza çareseriya destûrî kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2026 13:58

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê peywendî bi Alî Zeydî re kir ku nû wekî Serokwezîrê Iraqê hatiye erkdarkirin. Barzanî di vê peywendiyê de pîrozbahî li Zeydî kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina kabîneya nû nîşan da.

 Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hemû arêşeyên hilawistî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha Destûra Iraqê werin çareserkirin daku mafên hemû pêkhateyan werin parastin.

Ji bo Iraqê qonaxeke nû ya aramiyê

Serokwezîr Barzanî hêvî kir  ku erkdarkirina Alî Zeydî bibe destpêka rûpeleke nû ji bo Iraqê û welat ber bi aramî û aştiyeke mayînde ve biçe. Alî Zeydî piştî hewildanên Çarçoveya Hevahengiyê wekî berbijarê hevdengiyê hatibû destnîşankirin û ji aliyê Serokkomar Nîzar Amêdî ve ji bo pêkanîna hikûmetê hatibû erkdarkirin.

Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roleke avaker di vê qonaxa nû de nîşan da daku xizmeta hemû welatiyên Iraqê were kirin.

Parve bike: