TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî serdana mala Pêşmergeyê şehîd kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 18:14

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir û sersaxî ji bav û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Nîsanê li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir, ku di êrîşa bi moşekan a Îranê ya li ser Pêşmergeyan li devera Soranê de şehîd bûbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji bav û kesûkarên Şehîd Weysî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re anî ziman.

Parve bike: