TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: “Serkeftina Kurdistanê li ser zarokên me ye”

Admin M
Nivîskar
📅 21 mijdar 2020 04:06

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema pîrozkirina Roja Zarokan ya Dinyayê ku her sal di 20 ê vê mehê de tê pîrozkirin, peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Li Kurdistanê serkeftina dûr û dirêj li ser zarokên me maye. Di vê mijarê de em ê zarokên xwe çawa bipêş bixin, girîng e.

Di roja zarokan ya dinyayê de bi sedema ku mamoste û zarokên me li ser fikr û ramanên nû radiwestin û di wan de israrê dikin, sipasiyê dikim.”

Parve bike: