Kurdistan
Mesrûr Barzanî sersaxî ji Selahedîn Bahadîn re xwest
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya birayê Selahedîn Bahadîn, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtû ya Îslamî (Yekgirtû), sersaxî ji Selahedîn Bahadîn re xwest.
Di peyamek îro de derbarê koça dawî ya Husen Muhammed Bahadîn, birayê Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Bahadîn de, Serokwezîr Barzanî wiha got:
"Birêz Selahedîn Muhammed Bahadîn, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtû ya Îslamî (Yekgirtû); Min bi xemgîniyek kûr bihîst ku birayê we yê rehmetî, Husen Muhammed Bahadîn, wefat kir. Ez sersaxiyên xwe yên kûr ji we û malbata we re dixwazim û di xemgîniya we de beşdar im."
Mesrûr Barzanî peyama xwe bi vî awayî bi dawî kir:
"Xwedayê mezin cihê xwe di bihuştê de bide rehmetî û sebrê bide we û malbata we."