TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî serxwesî da parêzgarê Nînowayê

Admin H
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2020 16:38

PeyamaKurd -  Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayîka parêzgerê Nînowayê Necim Cibûrî, peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Birêz parêzgerê Nînowa Necim Cibûrî mixabin nûçeya koça dawî ya dayîka we ya birêz min bîhîst. Ji ber wê serxweşiyê li we dikim û şirîkê xema we me.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wê bi biheşta xwe şad bike û aramiyê bide we malbata birêz.”

Parve bike: