Mesrûr Barzanî û Selahedîn Bahaedîn li ser çalakkirina saziyan axivîn
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Gulanê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahaedîn pêşwazî kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de rûdanên herî dawî, planên siyasî û rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn bi berfirehî hatin nirxandin û li ser nexşeya çareserkirina aloziyan axivîn.
Çalakkirina saziyên destûrî û parlamenê
Di berdewamiya civînê de, her du aliyan giranî da ser pergala hiqûqî û îdarî ya navxweyî û giringiyeke taybet nîşanî parastina destkeftan dan. Di vî çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî û Selahedîn Bahaedîn hevdeng bûn û tekezî li ser giringiya jinûve çalakkirina Parlamena Kurdistanê û saziyên qanûnî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.