TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbusa karkeran qeza kir: 12 karker birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 21 îlon 2022 13:00

PeyamaKurd – Li parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û minîbûsa karkerên dirûtina cilûbergan li qelibîn û di encamê de 12 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin ku îro 20ê Îlona 2022yan li navçeya Qubînê ya Batmanê otomobîlekê ji paş ve li mînîbûsa  karkerên kargeheke dirûtina cilûbergan a li Devera Pîşesaziyê ya Batmanê da û di encama bûyerê de 12 karkerên di mînîbûsê de birîndar bûn.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û birîndar piştî midaxaleyên destpêkê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Batmanê û hêzên ewlekariyê têkildarî bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.

Parve bike: