Kurdistan
Mînîbûsa karkerên zeviyê wergeriya: Jinekê can da û 14 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Mînîbûsa karkerên zeviyê tê de bûn, wergeriya û di encamê de jinekê can da û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gor hat eşkerekirin, li navçeya Ulubey a Uşakê ajokarê mînîbûsê serweriya direksiyonê wenda kir û mînîbus wergeriya.
Hat zanîn ku tîmên tendurustiyê, polîs û tîmên rizgarkirinê, piştî agahdarkirinê çûne cîhê bûyerê û tîmên tendurustiyê piştî lêkolînê diyar kirin ku jina bi navê Hasîbe Bozkurt ya 56 salî can daye.
Herwiha 14 karkerên ku di bûyerê de birîndar bûn, bi ambûlansan rakirin nexwaşxaneyên bajêr û ajokarê wesayîtê jî hate binçav kirin.