TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mîsal Alusî: Ew terorîstên Hewlêrê dikin armanca êrîsê, gelek tirsonek in

Admin L
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2021 15:02

PeyamaKurd – Rêveberê Iraqê Mîsal Alusî, hêviya têkçûnê ji bo wan kom û milîsên terorîst ên Hewlêrê dikin armanc dixwaze.

Serokê Partiya Umme ya Iraqî Mîsal Alusî li ser twitterê bi peyamekê, hêviya selametiyê ji bo Hewlêr û Kurdistanê xwest.

Mîsal Alusî Hewlêr wek bajarekî serbilind û pêşketî pênase kir û da zanîn: ‘‘Ew terorîstên Hewlêrê dikin armanca êrîşê, gelek tirsonek in.’’

Serokê Partiya Umme ya Iraqê, hêviya têkçûn û şermezariyê ji bo wan kom û milîsan xwest ku Hewlêrê dikin armanc û wek terorîst ew pênase kirin.

Şeva borî 06.07.2021ê bi droneke bombebarkirî ve êrîş li ser balefirgeha Hewlêrê pêkhat û ti ziyaneke canî û madî li dû wê çênebû.

Parve bike: