TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mûsil ji Hewlêrê alîkarî xwest

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2019 01:55

PeyamaKurd- Rêvebirê parastina sîvîl ya Hewlêrê Şiwan Abdulqadir bo Rûdawê ragihandiye ku li bajarê Mûsilê, li devera Giyare bo vemirandina şewata ku lê çêbûye, ji parêzgeha Hewlêrê alîkarî xwestiye. Hewlêr bo alîkariyê 5 erebeyên agirkujiyê şandiye ciyê bûyerê. Agir di devera ku çandinî lê heye bi zeviyan ketiye.

Abdulqadir weha got: “Li ser daxwaza parêzgerê û cîgirê wî yê Mûsilê, bo şewata ku bi dehla ketiye, me tîmên îtfaiyê şand wê derê. Di nava tîmên me de 5 erebe û 25 wezîfedar hene.”

Cîgirê waliyê Mûsilê Sîrwan Rojbeyanî ragihandiye ku agir bi alîkariya îtfaiya Hewlêrê hatiye vemirandin. Bi sedema ku dibe car din agir li deverê geş bibe, tîmên îtfaiyê li ciyê bûyerê tên rawestandin.

Parve bike: