TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nahiya Haciyawa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê dibe navçe

Admin L
Nivîskar
📅 19 adar 2022 20:09

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê navçekirina nahiya Haciyawa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê de, rizamendî nîşan da.

Li ser daxwaza Wezareta Navxwe, roja Pêncşemê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser navçekirina nahiyeyê daye û nivîsa fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye.

Li nahiya Haciyawa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê, hemû pêwîstiyên bûna navçeyê hene, beriya niha jî Wezareta Navxwe daxwaza xwe arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.

Hêjayî gotinê ye, nahiya Haciyawa yek ji nahiyeyên herî mezin ên devera Raperîn e û dikeve rojavayê Ranyayê, ji aliyê sînor ve Haciyawa ligel çend deveran hevbeş e, li hêla bakur hevsînorê Riwandiz û Şeqlawe ye ku ser bi parêzgeha Hewlêrê ne, li hêla başûr û başûrê rojhilat ve Zêya Biçûk û navçeya Dukanê ye, li hêla rojava û başûrê rojava ve hevsînorê navçeya Koye ye.

Parve bike: