Sîdekan wek navçe bi Îdareya Serbixwe ya Soran ve hat girêdan
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nehiyeya Sîdekan a nav sînorê îdareya serbixwe ya Soranê bûye navçe û gundekî wê jî bûye nehiye û bi ser îdareya serbixwe ya Soranê ve hatine girêdan.
Di nivîsa li ser mijarê ya Wezareta Navxwe ya Kurdistanê de hatiye gotin, nehiya Sîdekan a li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê dibe qeza û gundê Bermîze yê li sînorê wê qezaya Sîdekan a li îdareya serbixwe ya Soranê jî, dibe nehiye.
Wezareta Navxwe herwiha ji îdareya serbixwe ya Soranê daxwaz kir ku nexşeya sînorê wê qezayê diyar bike, da ku bişînin aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Sîdekan dikeve ser sêgoşeya navbera Iraq, Îran û Tirkiyê û berî vê biryarê, ji aliyê rûberê xwe ve, li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê nehiya herî mezin bû ku 264 gundên wê hebûn.