TR KU SO
FB X
Kurdistan

Naveroka lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya ASYCUDA eşkere bû

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 17:39

PeyamaKurd - Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li Bexdayê li ser 16 xalên girêdayî sîstema "ASYCUDA"yê gihîştin lihevkirinê. Li gorî lihevkirinê, zimanê Kurdî dê li ser wê sîstemê bê zêdekirin û pênaseya gumrikê jî dê bê yekkirin.

Hate ragihandin ku bi çavdêrî û rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pênjşem, 18ê Hezîrana 2026ê) şandên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li Bexdayê li ser tevahiya hûrgiliyên teknîkî yên sîstema "ASYCUDA"yê gihîştin lihevkirinê.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24, ev lihevkirina hatiye îmzakirin dê di civîna bê ya Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê de bi rengekî fermî bê pejirandin.

Naveroka lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser sîstema “ASYCUDA”yê:

  1. Tomarkirina Kompanyayan: Herêma Kurdistanê dê desthilateke temam bo tomarkirina kompanyayên Herêmê di sîstema ASYCUDAyê de hebe.
  2. Rahênana Karmendan: Rahênan dê ji aliyê Rêveberiya Gumrikê ya Federal ve bi karmendên deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê re bên kirin.
  3. Bingeha Destûrî: Ev lihevkirin li ser bingeha bendên madeyên 110, 112, 114 û 121 (benda sêyem) ji Destûra Iraqê hatiye îmzakirin.
  4. Yekkirina Pênaseyê: Pênaseya gumrikê li tevahiya deriyên Iraq û Herêma Kurdistanê dê bê yekkirin, û her guhertineke pênaseyê dê bi hevparî be.
  5. Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî dê li sîstema “ASYCUDA”yê bê zêdekirin.
  6. Parastina Sîstemê (Backup): Kopiya parastî ya sîstemê (Backup) ji bo tevahiya Iraqê dê li Fermangeha Teknolojiyaya Zanyariyê (IT) ya Herêma Kurdistanê be.
  7. Deverên Azad: Îtîraf dê bi deverên gumrikî yên azad ên her du hikûmetan bê kirin.
  8. Deriyên Nefermî: Ji bo çareserkirina pirsa deriyên sînorî yên nefermî, lîjneyeke hevpar dê bê pêkanîn.
  9. Nehiştina Sansorê: Ti sansorek li ser ti deriyekî sînorî yê Iraqê, tevî deriyên Herêma Kurdistanê, dê neyê danan.
  10. Dahatên Gumrik û Bacê: Mijara dahata gumrik û bacê dê di Encûmena Aborî ya Iraqê de bê yekalîkirin.
  11. Rojjimêra Çandiniyê: Rojjimêreke çandiniyê ya yekgirtî li ser bingeha lihevkirina her du wezaretên çandiniyê dê bê peyrewkirin.
  12. Lêborîna Gumrikî: Lêborîna gumrikî û parastina berhemên navxweyî dê di Encûmena Aborî de bê yekalîkirin.
  13. Kontrola Kalîteyê: Pişkinîna Kontrola Cûnî ya kelûpelên hawirdekirî ji aliyê dezgehên peywendîdar ên her du hikûmetan ve tê meşandin.
  14. Hawirde û Hinardekirin: Destûriya hawirdekirin û hinardekirina kelûpelên derketî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar pê tê kirin.
  15. Belgenameyên Kompanyayan: Belgenameyên kompanyayên Herêma Kurdistanê, yên ku ji aliyê Rêveberiya Tomara Kompanyayên Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin, qebûlkirî ne.
  16. Pêşxistina Pîşesaziyê: Belgenameyên ku ji Rêveberiya Giştî ya Pêşxistina Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê derketine, kar pê tê kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev lihevkirina teknîkî û aborî pêngaveke stratejîk e bo nehêştina pirsgirêkên gumrikî yên demdirêj ên navbera Hewlêr û Bexdayê. Zêdekirina zimanê Kurdî û parastina kopiya sîstemê (Backup) li Hewlêrê, parastina serwerî û taybetmendiya destûrî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide; herwisa yekkirina pênaseya gumrikî rê li ber pêşxistina aborî ya hevpar li seranserî Iraqê vedike.

Parve bike: