'Ne ji PDKê bûya ne Herêma Kurdistanê dima, ne jî nirxên gelê Kurd'
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ligel berpisên liq û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dihok, Mûsil û her sê encûmenên serkirdayetiya Hewlêr, serkirdayetîya Kerkûk û Germiyan, Serkirdayetîya Silêmanî û Helebçê civiya.
Îro duşemê 09-09-2019an Serok Mesûd Barzanî li Selehadînê pêşwazî li berpirsên civiya. Di civînê de Serok Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, geşedanên herêmê, qonaxa piştî referandûmê û herdû hillbijardinên Parlementoya Iraqê û Parlementoya Kurdistanê û avakirina kabineya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî spasiya xwe bo rola endam û berpirsên PDKê anî ziman ku beramber hemû girift û hemû pilanên dijî PDKê hebûn û da zanîn ku di encama xweragiriya endam û layengiranî PDKê, PDK li ser asta Iraq û Kurdistanê bûye hizba yekem.
Serok Barzanî behsa rola berpirsên PDKê kir û bilind nirxand û bi bîr xist ku berpirsên PDKê di dema herî teng de baweriya xwe bi xwe anîn û serî li sengerên parastina Kurdistanê dan û eger PDKê nebûya niha ne Herêma Kurdistanê dima ne jî nirxên gele kurd.
Herwiha di civînê da Serok Barzanî sipasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê û qehramaniya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê jî kir. Herwiha Barzanî şerê Pêşmerge dijî terorîstên DAIŞê bi bîr xist û û got:”Em hemû deyndarê Pêşmerge ne. Çunke Pêşmerge hemû hesvengî guherand û Kurdistan parast.”
Serok Barzanî di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kir.
Serok Barzanî da zanîn ku aniha guftugo û danûstendin hene û pêngavên baş hene û ew hêvî dikin hemû kêşe bi rêya diyalogê çareser bibin, bi taybet jî kêşeya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.