Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî beşdarî şîna Şêx Hemed El Sanî dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Tîrmehê gihîşt Dohayê û ji aliyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî ve hat pêşwazîkirin.
Dîwana Mîrê Qeterê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir û ragihand, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî li Qesra Luseylê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya bavê wan Şêx Hemed, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Şêx Temîm Bîn Hemed û malbata desthilatdar a Qeterê kir."