TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçirvan Barzanî bi Arakçi re axifî

Admin M
Nivîskar
📅 05 adar 2026 00:27

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi di rêya telefonê de bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axifî û li ser ewlehiya sînor û aramiya herêmê rawestiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser axaftina her dû lîderan daxwuyaniya nivîskî da û got:

“Her dû teref ragihandine ku ber li her cûre tevgeran bigrin da li herêmê aramî têk neçe. Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku wê Herêma Kurdistanê dê nebe terefê şer û her wext bibe aktorekî îstîqrarê.”

Metna ku ji terefê serokatiya Herêma Kurdistanê de hat belavkirin weha ye:

“Îro 4 ê Adara 2026an roja Çarşemê, seroke Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi telefonekî girtiye.

Di axaftinê de têkiliyên Îranê bi Herêma Kurdistanê re, pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê û bandora wan hatine ravekirin. Her dû teref behsa girîngiya aramî û hûzûra li herêmê kirine, bê çawa ber li tevliheviyê bigrin.

Her dû teref bo parastina ewlehiya sînor û berlêgirtina parastina îstîqrara herêmê axifîne û divê ber li her li her cûre hewla tevlîkirinê bigrin.

Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku wê Herêma Kurdistanê nebe terefê şer û daîma bibe ûnsûrekî îstîqrarê.

Barzanî desteka xwe ji bo hewlên dîplomatîk ragihandiye û bo aramkirina gengeşeyan û bo milletên herêmê ji talûka şer dûr bihêlin, alîkariya xwe ya di mijarê de ji bo Arakçi ragihandiye.”

Parve bike: