Kurdistan
Nêçirvan Barzanî Balyozê nû yê Namîbyayê pêşwazî kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî Balyozê nû yê Namîbyayê yê li Iraqê Aksel Vess li serokatiyê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de Barzanî pîrozbahî li balyozê nû kir û serkeftin di erkê xwe yê nû de jê re xwest, her wiha spasiya piştgiriya berdewam a Namîbyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Namîbyayê kirin û amadebûna saziyên herêmê ji bo hêsankirina karên balyozxaneyê û xurtkirina hevkariyên dualî anîn ziman.