TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi Dr. Metran Asadoryan re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2021 16:02

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Serokê Tayifeya Ermenî Ortodoks li Iraqê û Emîndarê Giştî yê Encûmena Serokên Tayifeyên Mesîhiyan li Iraqê Metran Dr. Avak Asadoryan re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de rewşa tayife û mezheba Ermen û Mesîhiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya beşdarî û hevbeşiya tevahiya pêkhatên Iraqê di kayeyên birêvebirinê û proseya siyasî ya welat de, rewşa dêr û kilîseyan û parastina taybetmendî û mafên wan, metirsiyên DAIŞê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, hatin guftûgokirin.

Herwiha di civînê de Dr. Metran Asadoryan qala rewşa jiyana Ermeniyên Kurdistanê û bi serdankirina wan kir ku mezintirîn hejmara wan li Zaxo ye. Herwiha ronahî xiste li ser rewşa emnî ku bûye sedema koçkirina Ermenên Iraqê li derveyî welat û pesnê hev du qebûlkirin, pêkvejiyan, tebayî û lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û her du aliyan tekezî li ser kûrkirina wê kulturê kirin.

Parve bike: