TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Komela Îslamî Alî Bapîr re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 27 mijdar 2019 18:13

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di çarçoveya serdanên aliyên siyasî de, bi emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtinek pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Hewlêrê serdana navenda giştî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê kir û ji aliyê emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr ve hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku di civînê de behsa yekrêziya kurdan li Bexdayê û rewşa Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî doh jî tevî herdu cîgirên xwe çûbû Silêmaniyê û bi berpirsên Tevgera Gorran û YNKê re hevdîtin kiribûn û peyamên pêkanînan hevpeymaniya Kurdistanî dabûn.

Parve bike: