TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî îro serdana Komela Îslamî dike

📅 27 mijdar 2019 16:22

PeyamaKurd - Îro Çarşemê li Silêmanîyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdû cêgirên wî, serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê dikin û li gel emîrê Komelê rewşa Îraqê û hemahengiya frakisyonên Kurdî li Bexdayê gûftûgo dikin.

Duhî jî şanda bilind a serokatîya Herêma Kurdistanê seredana bajarê Silêmaniyê kiribî û di destpêka serdana xwe de, ew şand li gel Yekîtiya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê civiyabûn.

Di heman deme de şandê serdana gorên Sekreterê Koçkirî yê YNKê Mam Celal û Sekreterê Koçkirî yê Tevgera Gorranê Nûşîrevan Mistefa kiribû.

Îroj jî, şandeya serokatiya Herêmê li gel Elî Babîr, emîrê Komela Îslamî civînekê pêk tîne.

Parve bike: