Nêçîrvan Barzanî bo YNKê: Bila ev salveger bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina yekrêziyê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê ji Serokê YNKê Bafil Talebanî, serkirdayetî, endam û tevahiya alîgirên partiyê re şand û daxwaza serkeftinê ji bo wan kir.
Barzanî di peyama xwe de rûpelên dîrokî yên xebata partiyê bilind nirxand û diyar kir ku dîrokeke dûr û dirêj a têkoşînê ya YNKê di ber mafên gelê Kurdistanê de heye û di vê rêyê de bi hezaran şehîd dane.
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rola bibandor a partiyê di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê de û tekez kir ku ew di vê salvegerê de pêgeha dîrokî û têkoşîna xwedêjêrazî Serok Mam Celal bi rêzdarî û wefadariyeke mezin bi bîr tînin.
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser rewşa krîtîk a herêmê û destnîşan kir ku ji her demê zêdetir pêwîstiya hemû hêz û aliyên siyasî bi berpirsyariya hevbeş, tebayî û karkirina bi hev re heye daku bikaribin pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên gelê wê biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku ev salveger bibe derfeteke nû û bereket ji bo xurtkirina yekrêziya niştimanî û serdestkirina zimanê diyalog û lihevtêgihiştinê. Herwiha eşkere kir ku ev nêzîkbûn û yekdengî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, dabînkirina aramiyê, pêşketina aborî û avakirina paşerojeke baştir û hêja ji bo gelê Kurdistanê şertekî bingehîn û jiyanî ye.