Nêçîrvan Barzanî: “Gotinên Nasrallah ji nezaketa siyasî dûr in”
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser gotinên serokê Hîzbûllahê ya Lubnanê Hesen Hasrûllah ku li dijî serokê Kurdistanê û pêşmerge axfîbû beyan da û got:
“Hesen Nasrallah ji nezaketa siyasî dûr û bê rewa li dijî serok Barzanî û pêşmergê qehreman ku bedeleka mezin dane axifiye. Barzanî jiyana xwe li dijî zilmê û bo aştiyê bexşandiye. Em wê axaftina Nasrallah ya ku hesabê tarîxa Barzanî ku li dijî dîktatoriyê mucadele daye û li dijî İŞİDê şer kiriye bê ku van kiryaran bide berçav, ew bi axaftina xwe hîssên xelkê Kurdistanê birîndar kiriye û em bi esef wan gotinên wî pêşwazî dikin.”
Nêçîrvan Barzanî got ku wan ti carê destekên dostên xwe jibîr nekirine û ew kesên ku di şerê li dijî İŞİDê de destekê dane xelkê Kurdistanê, sipasiya wan dikin û bo wan rêz digrin.