Nêçîrvan Barzanî ji bo wefata dosta kurd a fransî peyameke serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata siyasetmedara Fransî û dosta Kurdan Marielle de Sarnez peyameke serxweşiyê belav kir.
Siyasetmedara Fransî û Berpirsa Lijneya Peywendiyên Derve ya Komeleya Niştimanî ya Fransayê Marielle de Sarnez doh 14ê Çile li Parîsê koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê sersaxî ji malbat, heval û dostên Marielle de Sarnez re xwest û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya wê kurdan anî ziman.
I’m saddened by the passing of Marielle de Sarnez, the head of Foreign Affairs Committee of the French National Assembly. My heartfelt condolences to her family and loved ones. pic.twitter.com/fMFmJVumru
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) January 14, 2021
Marielle de Sarnez kî ye?
Marielle de Sarnez di 27 Adara 1951 de li Parîsê ji dayik bûye û di malbateke nêzîkî saziyên siyasî yên Fransayê de mezin bûye.
Dema xwendekar bû, xwepêşandanên Adara 1968an a xwendekarên Fransayê birêve çû û piştre Marielle de Sarnez dev ji xwendinê berda û li pey karên taybet geriya heta 1973an û car din vegeriya nav cîhana siyasetê û beşdarî Tevgera Komarîxwazên Serbixwe bû û bû sekretera ciwanên wê tevgerê.
Ji sala 2004an heta 2007an, endama Parlamentoya Ewropayê bû. Herwiha bû Cîgira Serokê Hevpeymaniya Lîberal û Demokratan ji bo Ewropayê û endama Lijneya Kultur û Rewşenbîr û Xwendinê ya Parlamentoya Ewropayê bû.
Di sala 2017an de beşdarî hilbijartinên giştî yên Fransayê bû û li Parîsê kursiyek bi dest xist. Herwiha ji sala 2017an ve Seroka Lijneta Karûbarên Derve yên Komeleya Niştimanî ya Fransayê bû heta koça dawî kir.
Ji xeynî serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên Herêmê, di 31 Gulana 2019an de serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir û bi berpirsên wir re jî hevdîtin pêk anîn.