TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Li Bexdayê rûpeleke nû vedibe

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2026 14:08

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, peyamên girîng ji bo pêşeroja peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dan. 

Barzanî ragihand ku di navbera her du aliyan de têgihîştineke baş heye û amadekarî tên kirin daku "rûpeleke nû" di siyaseta Iraqê de were vekirin.

Mizgîniya meaşan û piştgiriya Elî Zeydî

Yek ji mijarên herî giring ên serdanê, hevdîtina ligel Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî bû. Zeydî di civînê de tekez kir ku meaşên karmendên Herêma Kurdistanê mafekî rewa yê welatiyan e û wekî hemû deverên din ên Iraqê divê di dema xwe de werin dayîn. 

Zeydî soz da Nêçîrvan Barzanî ku ji bo çareserkirina vê kêşeyê hemû şiyanên xwe bikar bîne. Barzanî jî diyar kir ku ew ji nêzîkatiya Zeydî ya ji bo mafên gelê Kurdistanê kêfxweş e û ev yek wekî nîşaneya destpêkirina qonaxeke nû ya hevkariyê dibîne.

Hevdîtinên berfireh û tifaqa siyasî

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê trafîkeke dîplomatîk meşand û ligel serkirdeyên wekî Mihemed Helbûsî, Mihemed Şiya Sûdanî, Emar Hekîm û Qeys Xezelî civiya. 

Di civîna ligel Helbûsî de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê rûpeleke nû û pak di navbera aliyên siyasî de were vekirin daku aramî vegere welat. 

Herwiha, Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê û nûnerên pêkhateyên Xiristiyan re jî hevdîtin pêk anîn daku piştgiriya navdewletî û navxweyî ji bo pêvajoya avakirina hikûmeta nû xurt bike.

Parve bike: