TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Letîf Resîd kir: Ji bo pêserojeke bastir hevkar bin

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2022 23:40

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Letîf Reşîd kir ku îro 13ê Cotmehê li Parlamentoya Iraqê wek Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, hêvî kir ku hemû alî bi hev re ji bo pêşerojeke baştir û pêkanîna hikûmeteke bersiva daxwazên welatiyan û pirsgirêkên vê serdemê bide, kar bikin.

Namzedê serokomariyê Dr. Ebdulletîf Reşîd, di rûniştina îro 13ê Cotmehê ya Parlamentoya Iraqê di gera duyem de, bi 162 dengan wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.

Parve bike: