Nêçîrvan Barzanî û Birêveberê Navenda Metroyê civiyan
PeyamaKurd – Birêveberê Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan Rehman Xerîb û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û derbarê civînê de daxuyaniyek hat belavkirin.
Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir, “lêkolîneke bilez bê kirin, ka tu kesek li ser hizra xwe ya ciyawaz, nivîs an jî rojnamevaniyê desteserkirî ye” û amaje bi wê jî kir, “Nabe em wê li ber çav negirin ku kesek bi qestî hana tundûtûjî û têkdana aştiya civakê bide.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Serokê Herêma Kurdistanê pêwîst dît saziyên Herêma Kurdistanê rêz li binemayên mafên mirova û serweriya yasa bigirin. Raportên navxwe û navdewletî yên taybet bi rewşa mafên mirova bi girîngî werbigirin, yasayên taybet bi rojnamegerî, zanyarî û xwepêşandanan rênîşandar bin û wek xwe bên cîbicîkirin.”
Rêxistina navenda Metro herwiha, raportek derbarê rewşa azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê bo sala 2020, radestê Serokê Herêma Kurdistan kir.
Di daxuyaniya de hatiye destnîşankirin, rêxistina navenda Metro, kurteyeke raportê aşkere kir ku tê de, “bi zelalî hatiye dîtin, Herêma Kurdistanê di warê azadî, raderbirîn û rojnamegeriyê de di rewşeke xerab de ye.”
Rehman Xerîb ji Serokê Herêma Kurdistanê re da zanîn, li gor raporta wan, “Azadî tên binpêkirin, hemwelatiyan li ser fikrên xwe dixin zindanê. Rojnamevan ne li ser karê rojnamegerî, lê li ser posteke li torên civakî li binkeyên polîs û asayişê lêkolîn li gel wan tê kirin, tên desteserkirin û tên îşkencekirin. Dezgehên medyayê tên girtin û asteng li ber belavkirina zanyariyan tên danîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê jî destnîşan kir, agahiya wî ji raportên hinek rêxistinên din jî heye û “pêwîst e rêz li çavdêrîkirina rêxistinan bê girtin. Li şûna serzenîşa wan zemîn bê xweşkirin bo karê çalakiyên wan.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Hemû raportên ku bi profesyonel û rastgoyî hatibin nivîsin, xizmetkirin e bi Herêma Kurdistanê û ezmûna wê, ev raya min e.”
Nêçîrvan Barzanî li ser yasayên taybet bi rojnamegerî, pêdana zanyarî û rêkxistina xwepêşandanan jî diyar kir û got, ew yasa bi dengdana nûnerên gelê Kurdistanê derketine û lewma: “Pêwîst e ew yasa wek xwe bên cîbicîkirin û di dema reftarkirinê de li gel rojnamevan û xwepêşander an kesekî ku zanyariyên xelet belav kiribe, nabe yasayên din cihê wan bigirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê berdewamiyê de da zanîn: “Ez piştevanê rojnamevanan im di rêkxistina medya elektîronî û şêweyek ku ew bi xwe beşdar bin di nivîsînê û paşekêşî ji yasayên rojnamevanî yan berevajî birgeyên wan yasayan nebe.”
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên peywendîdar kir û eşkere kir: “Lêkolîneke bilez bê kirin ka ti kes li xwe hizra xwe ya ciyawaz, nivîs an jî rojnamevaniyê desteserkirî ye.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir: “Ez ne li gel wê me li ser hizra wan lêkolîn li gel hemwelatiyan bê kirin û bên îşkencekirin. Lê nabe em wê li ber çav negirin ku kesek bi qestî hana tundûtûjî û têkdana aştiya civakê bide, yan gotarên kîn û nefretê li beramber pêkhateyên Herêma Kurdistanê belav bike, ew rastî lêpirsîna yasayî dibe.”
Herî dawî li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir û got, parastina ezmûna hikûmranî li Herêma Kurdistanê û qewareya wê ya siyasî, pêwîstî bi hevhelwestiyê heye: “Bila ciyawaz bin ka çawa diparêzin, lê divê senger li hember hev negirin. Ciyawazî sirûştiya jiyanê ye, bila em kar bikin ku ciyawaziyan bo berjewendiyên Kurdistan û hemwelatiyan karîgerî hebe.”